Li Sêrtê di navbera PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê di navbera hêzên wan û gerîlayên PKKê de şer derketiye û 3 gerîlayên PKKê hatine kuştin. Li aliyekî din HPGê nasnameya 4 endamên xwe aşkere kir ku di demên bihorî de canê xwe ji dest dane.

04.10.2022, Sal - 10:49

Li Sêrtê di navbera PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket
Nuçe Belav bike

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, li devera Besta-Herekol a ser bi qezaya Perwarî ya Sêrtê ku operasyona Eren Dorpêç Payîz-Zivistan lê berdewam e, di navbera hêzên wan û gerîlayê PKKê de şer derketiye.

Li gor daxuyaniyê, di şer û pevçûnan de 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û operasyona li herêmê didome.

HPGê baskê çekdarî yê PKKê hêj derbarê şerê li Sêrtê de daxyanî nedaye.

Li aliyekî din HPGê nasnameya hejmarek endamên xwe aşkere kiriye ku di demên bihorî de li cihên cuda canê xwe ji dest dane.

HPGê ragihandiye, di 1ê Îlona 2022an de du gerîlayên wê li devera Garzan a di navbera Sêrt û Bedlîsê de, herwiha di 4ê Tîrmeha 2022an de li sînorê qezaya Bêtşebab a Şirnexê 2 gerîlayên din canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya HPGê, “Turan Ozel” a bi nasnavê “Sîpan Batman” xelka Êlihê û “Şîlan Okmen” a bi nasnavê “Rahîme Xebat” a ji Mêrdînê di 1ê Îlona 2022an de li “eyaleta Garzanê” di şerê li dijî hêzên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.

HPG destnîşan kiriye, di şev û pevçûnên roja 4ê Tîrmeha 2022an de li devera Kato-Jîrka her du gerîlayên wan ên bi navê “Evîndar Kavak” a bi nasnavê “Eylem Mazlum” a ji Mêrdînê û “Mucahit Tok” ê bi nasnavê “Bahoz Mijînî” ji Mêrsînê canê xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:34:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x