Li Sêwasê û Meletiyê lehî rabû

Lehiyê li çend navçeyên parêzgeha Sêwasê û parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê metirsî çêkiriye.

16.06.2022, Per - 06:37

Li Sêwasê û Meletiyê lehî rabû
Nuçe Belav bike

Hejmareke zêde ya xaniyên li qatên jêrzemînê di bin avê de mane û zerareke zêde ya madî çêbûye.

Tîmên Şaredariya Sêwasê, bi makîneyên mêjtinê ava lehiyê vala dikin.

Şaredarê Sêwasê Hilmi Bilgin got, “Ji ber guherîna keşûhewayê ya salên dawî em rûbirûyê rewşeke wiha bûne. Li gor zanyariyên ku me ji saziya keşnasiyê wergirtine serê metreçargoşeyekê 30 kîlogram baran bariya ye. Ev jî li hinek herêman bû sedema pirsgirêkan. Ji ber lehî û qûmê rê hatiye girtin, lê tiştê baş zerareke canî nîne.”

Her wiha li navçeya Arende ya ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê jî ji ber lehiyê jiyana xelkê ketiye metirsiyê.

Timan rêyên navçeyê girtine û dixwazin ax û qûmê damalin.

Ji ber lehiyê hinek xaniyan zerar dîtiye û rûbereke zêde ya bax û erdên çandiniyê li ber lehiyê çûne.

Welatiyekî li ser lehiyê anî ziman, “Ji ber lehiya ku rabû baxçe û bîstanê min zerareke zêde dît. Min xiyar, tomate, îsot û balîcan çandibûn. Rewşa dawî ya baxçe ev e.”

Li hinek cihan bilindahiya ax û qûmê gihiştiye 50 santîmetreyan. Hinek otomobîl ji ber lehiyê asê mane.

Timên Berevaniya Sivîlan a Meletiyê bi armanca alîkariya welatiyan li herêmên lehiyê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:08:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x