Li Sêwazê jinek û mêrek di otomobîlekê de kuştî hatin dîtin

Li navçeya Yildizeliyê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê jinek û mêrek di otomobîlekê de bi çekê kuştî hatin dîtin.

05.08.2023, Cts - 09:24

Li Sêwazê jinek û mêrek di otomobîlekê de kuştî hatin dîtin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan li nêzîkî gundê Emîrlerê yê navçeya Yildizeliyê gundiyan li ser rê di otomobîleke parkkirî de cenazeyê jinek û mêrekî dîtin ku her du jî ji sînga xwe bi çekê hatine kuştin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendermeyan çûn cihê bûyerê.

Di encama lêkolînê de diyar bû ku ew cenaze yên welatiya bi navê S.K (24) û welatiyê bi navê O.G (34) ne.

Cenazeyê her du kesan ji bo karûbarên otopsiyê ji bo Nexweşxaneya Dewletê yê Yildizeliyê hatin birin.

Tîmên cendermeyan li ser bûyerê lêkolîn da destpêkirin.

Li aliyê din Qeymeqamê Yildizeliyê Altay Karada, bi şaredarê navçeyê Mehmet Sabît Karakaş re çû cihê bûyerê û li ser bûyerê ji aliyên peywendîdar zanyarî wergirt.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:06:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x