Li Sêwazê qeza: 3 kes ji heman malbatê 4 kesan canê xwe ji dest dan

Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest dan ku 3 ji wan ji heman malbatê ne û kesek jî bi giranî birîndar bû.

15.07.2023, Cts - 07:20

Li Sêwazê qeza: 3 kes ji heman malbatê 4 kesan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Îro di demjimêrên berê sibehê de taksiya ticarî ya bi şofêrtiya Engîn Polat, li ser rêya sereke ya Sêwaz-Erzînganê û barhilgira bi şofêrtiya E.G lihev qelibîn. Di bûyerê de şofêrê taksiyê ligel welatiyên bi navên Abdulkadîr (45) Zeynep (37) û Zeynep Bîlge Unsal (12) ku hersê ji heman malbatê bûn canê xwe ji dest dan.

Zaroka bi navê Ayşe Buglem Unsal ku temenê wê 10 sal in jî di bûyerê de bi giranî birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Li gor agahiyan malbata di taksiyê de bo bêhnvedana havînê çûbûn Alanyayê û di rêya vegerê de li Otogara Sêwazê li wê taksiyê siwar bûne daku biçin mala xwe ya li navenda bajarê Sêwazê.

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin. Parêzgarê Sêwazê Yilmaz Şîmşek ligel Rêveberê Giştî yê Ewlekariya Sêwazê serdana cihê bûyerê kirin û derbarê bûyerê de zanyarî wergirtin. Şîmşek ragihand ku bûyer di demjimêr derdora 5.30ê serê sibehê de çêbûye û 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:51:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x