Li Sêwazê qeza: 9 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl lihev qelibîn û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

24.07.2023, Pts - 08:23

Li Sêwazê qeza: 9 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Bûyer îro li ser rêya parêzgehên Sêwaz û Kayseriyê qewimî û du otomobîl lihev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de 5 kesên di otomobîlekê de û 4 kesên di otomobîla din de bi giştî 9 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bo Nexweşxaneya Lêkolînê û Xizmetên Tendirûstî ya Zanîngeha Cumhuriyetê hatin veguhestin.

Li gor amarên fermî ji destpêka sala 2023an ve heta meha Hezîranê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 257 hezar û 373 bûyerên trafîkê çêbûne. Di heman navberê de bi giştî hezar û 345 kesan canê xwe ji dest dane û 159 hezar û 235 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 335 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:09:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x