Li Silopiyê ji ber barana zêde dibistan hatin girtin

Li navçeya Silopî ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde bo dema rojakê dibistan hatin girtin. Li hemû navçeyên wê parêzgehê ji doh ve baraneke zêde dibare.

12.04.2023, Çar - 12:48

Li Silopiyê ji ber barana zêde dibistan hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li Silopiyê nav kolan û ser cadeyan tejî av bûne û çûn û hatin zehmet bûye. Ji ber metirsiya lehiyê li navçeyê bo dema rojekê dibistan hatin girtin.

Herwiha li navçeya Cizîrê jî devera dikeve ser rêya Nisêbînê av li ser rêyan kom bûye û av ketiye nav gelek mal û jêrzamînan jî.

Di heman demê de li navçeya Qilabanê jî ji ber bilindbûna çem rêya diçe navçeyê hatiye girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 415 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:11:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x