Li Siwêregê hefteya borî zilamê bi navê H.Ç, li pêş çayxaneya xwe keçeke 3 salî hembêz dike û destdirêjiyê li wê dike. Dîmenên dema bûyerê ji aliyê welatiyekî ve bi telefonê hatine girtin û ji Rûdawê re hatine şandin.
Li ser giliyê malbata keçikê, H.Ç bi biryara dozgeriya Siwêregê hat girtin û bo Girtîgeha Rihayê hat şandin.
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel li ser bûyerê ji Rûdawê re ragihand, “Bûyer rast e û ew zilam hatiye girtin. Em dê piştî cejnê ji bo şopandina bûyerê şandeke parêzeran ava bikin û bişînin Siwêregê.”
Vîdeoya bûyerê ya ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin dûrî nirxên civakî ye ji ber vê yekê û ji ber exlaqê rojnamevaniyê, Rûdaw wan dîmenan belav nake.