Li Sêwazê qeza: 4 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê di qezeyekê de 4 kes birîndar bûn.

03.02.2024, Cts - 17:02

Li Sêwazê qeza: 4 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyan îro li ser rêya Balafirgeha Sêwazê otomobîlek ji rê derket û wergeriya.

Di bûyerê de şofêrê otomobîlê û 3 kesên din ên di otomobîlê de birîndar bûn û di otomobîlê de asê man.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê çûn cihê bûyerê û her 4 welatî otomobîlê derxistin.

Tîmên tenduristiyê welatiyên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Deweletê ya Sêwazê.

Van demên dawî ji ber bandorên xirab ên keşûhewayê bûyerên trafîkê li Bakurê Kurdistanê zêde bûne û rojane bi dehan kes dibin qûrbanî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 278 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:14:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x