Li Wanê 2 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê bi biryara parêzgariyê meş, çalakî û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatin qedexekirin.

31.01.2024, Çar - 06:08

Li Wanê 2 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku rojên 1 û 2ê Sibata 2024an meş, çalakî, kampanyayên îmzeyan, çêkirina anketan, vedana çadir û standan, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û civînên bikom ên li seranserê parêzgehêû navçeyên wê 2 rojan hatine qedexekirin.

Parêzgariya Wanê îdia kir ku ew qedexe “ji bo rêgirtina li êrişan”, “parastina can û malê welatiyan”, “nehiştina rêxistinên terorê” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê, qedexe wan çalakiyan li xwe nagire ku bi destûra parêzgariyê ne.

Çend meh in bi berdewamî bi biryara parêzgariyê, li Wanê çalakî tên qedexekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 159 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:33:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x