Li Wanê aşût bi ser mînîbusê de hat: Mirî û birîndar hene

Li navçeya Payîzavayê ya parêzgeha Wanê, aşût bi ser mînîbusa rêwiyan de hat û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 12 kes birîndar bûn.

27.02.2024, Sal - 07:14

Li Wanê aşût bi ser mînîbusê de hat: Mirî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyan li nêzîk gundê Xoşebê yê li ser rêya Wan û Colemêrgê, duh demjimêrên êvarî aşût çêbû û mînîbusa rêwiyan di bin de ma.

Li gorî zanyariyên destpêkê di encama aşûtê de kesekî canê xwe ji dest da, 12 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Parêzgarê Wanê Ozan Balci li bûyerê daxuyaniyek belav kir.

Ozan Balci da zanîn ku ji ber aşûtê mînîbus ji rê derketiye û qulibiye û wiha got:

“Piştî bûyerê yekser tîmên AFAD, UMKE, Servisa Bilez 112, Rêyên Bejahî û cendirme çûn herêmê.

Tîmên me li herêmê xebatên xwe didomînin. 12 welatiyên me yên di mînîbusa ku ji ber aşûtê kaş bûbû de hatin rizgarkirin. Rewşa wan baş e.

Welatiyekî me canê xwe ji dest da. Rewşa birîndarên me baş e. Rehma Xwedê li welatiyê me yê canê xwe ji dest daye be, ji birîndarên me re şifayê dixwazim.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:28:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x