Li Wanê bendereke dîroka wê vedigere serdema Urartuyan hat dîtin

Li navçeya Erdîşê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê piştî vekişîna ava Gola Wanê di jêr kelehê de bendereke ji 11 pêlikan pêk tê hat dîtin ku li gor dîroknasan dîroka wê vedigere Serdema Urartuyan.

21.09.2022, Çar - 12:58

Li Wanê bendereke dîroka wê vedigere serdema Urartuyan hat dîtin
Nuçe Belav bike

Ligel guherîna keşûhewayê ava Gola Wanê jî kêm bûye û bi taybetî salên dawî ji ber hişkesaliyê bi awayekî berçav ev kêmbûn tê dîtin. Piştî vekşîna avê li navçeya Erdîşê ser bi parêzgeha Wanê di jêr kelehê de bendereke ji 11 pêlikan pêk tê hat dîtin ku di veguhestina deryayî de hatiye bikaranîn û li gor dîroknasan dîroka wê vedigere serdema Urartuyan.

Serokê Beşa Arkeolojî ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rafet Çavuşoglu amaje bi wê yekê dide ku ev bendera hatiye dîtin di serdema Urartuyan de wek Keleha Benderan hatiya bikaranîn û firehiya wê 3 metre û ji ava golê ber bi bejahiyê ve jî bilindahiya wê 20 metre ye.

Prof.Dr. Rafet Çavuşoglu got: “Me berê jî dîtin ku hejmarek keleh li kêleka Gola Wanê hatin çêkirin. Wek kelehên Ayanis û Kefê. Wek tê zanîn li vê derê demsala zivistanê dijwar û demdirêj e. Ji ber vê yekê jî peywendiya navbera kelehan bi rêya vehustina deryayî hatiye çêkirin û girîngî bi vê dane. Ev bender jî yek ji wan e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 424 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:53:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x