Mêrdîn: Du malbat li kolanê bi hev ketin: Kuştiyek, du birîndar

Li nahiyeya Qubalayê yê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê du malbat li kolanê bi çekan bi hev ketin.

08.01.2024, Pts - 12:42

Mêrdîn: Du malbat li kolanê bi hev ketin: Kuştiyek, du birîndar
Nuçe Belav bike

Di pevçûnê de 3 kes birîndar bûn. Birîndarê bi navê Ahmet Acar li nexweşxaneyê mir.

Li gorî nûçeya DHAyê, 9ê Çiriya Peşîna 2023yan di pevçûne bi çekan de Faysal Duva hatibû kuştin.

Ji ber vê bûyerê li nahiyeya Qubalayê di navbera du malbatan de nîqaş derket û her du aliyan gule li hev reşandin.

Ahmet Acar, A.D. û M.D. di vê pevçûnê de bi guleyan birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya ewil birîndar veguhastin nexweşxaneyê.

Ahmet Acarê ku birînên wî xedar bûn veguhastin nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Merdînê lê Acar vê sibehê canê xwe ji dest da.

Tedawiya birîndarên bi navên A.D. û M.D. jî berdewam dike.

Li aliyê din, 3 gumanbar hatin desteserkirin û karên wergirtina îfadeyên wan berdewam dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 215 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:24:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x