Bûyerê li navenda Mêrdînê rû da. Kes an kesên ku nasnameya wan hîn nehatiye diyarkirin bi çekan êrişî Zeynebê kir û reviyan.
Li ser agahdarkina xelkê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê êrişê.
Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku Zeynebê li cihê êrişê canê xwe ji dest daye û termê wê veguhast morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdîne.
Li aliyê din, polîsan ji bo desteserkirina êrişkaran dest bi xebatan kir.