Namzedê Mêrdînê yê HUDA PARê: Em dê dibistanên Kurdî vekin

Namzedê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya HUDA PARê Îsmaîl Çevîk got, “Hêvîdar im ku em dê bi navê şaredariyê ji bo bipêşxistina Kurmanciyê dibistanan vekin.”

08.03.2024, Cum - 06:18

Namzedê Mêrdînê yê HUDA PARê: Em dê dibistanên Kurdî vekin
Nuçe Belav bike

Ji hilbijartinên şaredariyan ku dê 31ê Adarê werin kirin re 24 roj man.

HUDA PAR bi Îsmaîl Çevîk li Mêrdînê dikeve hilbijartinên şaredariyan.

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya HUDA PARê Îsmaîl Çevîk bû mêvanê Rûdawê û behsa proje û xebatên xwe kirin.

Çevîk diyar kir piştî ku ew were hilbijartin dê li şaredariyê “Meclîsa Şêwirê” ava bike û got:

“Ev meclîs dê ji rojnameger, odeyên pîşeyan, mirovên aqilmend û akademîsyenan pêk were. Em dê ji bo bajêr plansaziyê bikin.”

Çevîk diyar kir ku ew diçe cem hemû beşên civakê û anî ziman:

“Em diçin cem Tirk, Kurd, Ereban. Em diçin cem Suryan û Êzidiyan jî. Mînak, berî çend rojan ez bi welatiyekî Suryan re axivîm û min got ez dengê te dixwazim.

Wî got çima na? Em berê dibêjin mirov. Em dê xizmetê ji mirovan re bikin.”

“Em dê bi navê şaredariyê dibistanên Kurdî vekin”

Çevîk li ser pirsa ku eger bibe şaredar dê di derbarê Kurdî de çi bike jî got:

“Em dibêjin tişta ku ji bo qewmekê helal be ji bo Kurd, Suryan û Ereban jî helal e.

Ji bo bipêşxistina Kurmanciyê em dê bi navê şaredariyê dibistanan vekin. Em dê vê derfetê bi kar bînin.

Em wek partî daxwaz dikin ku Kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî yê duyemîn. Em dixwazin ku li dibistanan jî fermî be.”

Çevîk da zanîn ku bavê wî Ereb û dayîka wî jî Kurd e û ew li malê hem bi Kurdî hem jî bi Erebî diaxivin û got, “Ziman dewlemendî ye.”

Çevîk li ser helwesta wan a li hemberî qeyûman jî got:

“Em bi prensîb li dijî qeyûman in. Heger em bên hilbijartin, em natirsin ku qeyûm dê were danîn. Ji aliyê hiqûqî ve jî em dibêjin eger kesekî sûc kiribe divê were cezakirin.

Nabe cezaya wî kesî li tevahiya civakê were birîn.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 361 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:50:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x