Ozçelîk: Hevdîtina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û Rêzdar Mezlûm Ebdî Gaveke Pîroz e

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Hevdîtina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û Rêzdar Mezlûm Ebdî Gaveke Pîroz e

17.01.2025, Cum - 10:21

Ozçelîk: Hevdîtina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û Rêzdar Mezlûm Ebdî Gaveke Pîroz e
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, derbarê hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ya li Hewlêrê de daxuyaniyek da.

Serokê PWKê Ozçelîk got ku, ev hevdîtin dê hêviyên ku kurd li ser daxwazên xwe yên neteweyî û demokratîk bi yekrêzî bi Şamê û hemû aliyên peywendîdar re bikevin diyalogê, xurt bike.

Daxuyaniya Mustafa Ozçelîk wiha ye:

''Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rêzdar Mezlûm Ebdî roja 16.01.2025ê li Hewlêrê, ji bo yekrêzîya kurdên Rojavayê Kurdistanê hevdîtinek pêk anîne.

Ev hevdîtin pîroz e û hêvîyên ku kurd li ser dwaxwazên xwe yên neteweyî, demokratîk bi yekrêzî bi Şamê û bi hemû alîyên peywendîdar re bibin mixetab xurtir dike.

Em piştigrîya hewlên Rêzdar Serok Mesûd Barzanî yên ji bo yekrêzîya kurdên Rojavayê Kurdistanê û piştgirîya helwesta erênî ya rêzdar Mezlûm Ebdî ya di vê derbarê de dikin.''

Vî nûçeyê tevayî: 245 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:44:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x