PAK: Bila Cevdet Ayaz bê azad kirin

Siyasetmedarê kurd û rêveberê PAKê Cevdet Ayaz ji ber cezayê zîndanê li Tirkiyê vergirtiye li Sirbîstanê hate desteser kirin.

09.02.2017, Per - 09:43

PAK: Bila Cevdet Ayaz bê azad kirin
Nuçe Belav bike

Derbarê girtina siyasetmedarê kurd Cevdet Ayaz de ji aliyê buroya ragehandin û peyvendiyên PAKê (Partiya Azadiya Kurdistan) daxuyaniyek fermî hat belav kirin.

Daxuyanî waha ye:

Serokê PAKê yê parêzgeha Mûşê yê kevin Cevdet Ayaz li Sirbîstanê mehekê zêdetire, ji aliyê hêzên ewlekariya Sirbîstanê ve di bin çavan de tê girtin.

Serokê PAKê yê parêzgaha Mûşê yê kevin Cevdet Ayaz, ji ber karûbarên xwe yên taybet dema derdikeve dervey welat, ji ber ji dozekî kevin de li Tirkiyê cezayê zîndanê vergirtiye û ew cezayê wî ji aliyê Dadgeha bilind ve hatiye pejirandin, dema xwest vegere welat ji aliyê hêzên ewlehiya Sirbîstanê ve hatiye binçav kirin.

Cevdet Ayaz li Sirbîstanê mehekê zêdetire di bin çavan de tê girtin û derbarê rewşa wî de ji aliyê komîteya Ewropa ya PAKê ve hin hewldan hatin pêşxistin û vê derbarê de rêxistina lêborîna navnetewî ket nav hewldana.

Li ser bingehê agahiyên komîteya PAKê ya Ewropayê dane rêxistina lêborîna navnetewî, ji aliyê rêxistina lêborîna navnetewî ve hin parêzer bo hevdîtin bi Cevdet Ayaz re pêkbînin hatine erkdar kirin.

Parêzerên hatin erkdar kirin li Sirbîstanê li gel Cevdet Ayaz hevdîtin pêkanîn û diyar kirin rewşa wî ya tenduristî baş e.

Di rewşa na de dosyaya ceza a Cevdet Ayaz bo ku tercûmey zimanê Sirbî bibe xebat berdewam dikin.

Ji dewleta Sirbîstanê em daxwaz dikin; endam û rêveberê partiya me û siyasetmedarê kurd Cevdet Ayaz di demek herî kurt de bê berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 983 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:57:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x