Dewleta Tirkîyeyê roja çarşemê , 20ê Tîrmeha 2022yan da, devereke geştyarîyê ya gundê Perexê yê ser bi nahiya Derkar a girêdayî Zaxoyê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve ye topbaran kir û di encamê da 9 sivîlan jîyana xwe ji dest dane û 23 sivîl jî birîndar bûne, ku hemû jî geştyar bûn.
Em vê êrîşa Dewleta Tirkîyeyê şermezar dikin.
Dewleta Tirkîyeyê divê demildest dawî li êrîş û dagirkirina xwe ya li Başûrê Kurdistanê bîne.
Dewleta Tirkîyeyê divê rêzê li serwerîya Parlamento, Hikûmet û Serokatîya Herêma Federe ya Kurdistanê bigire.
PKK jî divê rêzê li serwerîya Parlamento, Hikûmet û Serokatî û Hêza Pêşmerge ya Herêma Federe ya Kurdistanê bigire. PKK divê dev ji hemû çalakîyên xwe yên eskerî yen li Başûrê Kurdistanê berde û ji êrîşên Dewleta Tirkîyeyê ra rê xweş neke.
Dewleta Tirkîyeyê divê dawî li hemû êrîş û operasyonên xwe yên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bîne. PKK, divê dawî li hemû çalakîyên xwe yên çekdarî bîne.
Em bangî Rêvebirîya Herêma Kurdistanê, Dewleta Iraqê û Netewên Yekbûyî dikin da ku van êrîşên Dewleta Tirkîyeyê protesto bikin û li himberî van êrîş û dagirkirinan helwestê bigirin.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê