PAK, em Jenosîda Gelîyê Zîlan jibîr nakin

Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) salvegera komkujîya Gelîyê Zîlan bi daxûyanîyek nivîskî bibîranî.

13.07.2022, Çar - 07:37

PAK, em Jenosîda Gelîyê Zîlan jibîr nakin
Nuçe Belav bike

PAK daxûyanîyê de dide zanîn û dibêje: "Di dema Serîhildana Agirîyê de, di roja 13yê Temûza 1930an de Dewleta Tirkîyeyê li Gelîyê Zîlanê jenosîdeke mezin pêk anî.

Jenosîd bi fermandarîyê General Salih Paşa yê Fermandarê Kolordîya Dewleta Tirkîyeyê hate li dar xistin. Di Jenosîda Gelîyê Zîlanê de, 15.000 Kurd hatin qetil kirin ku di nav wan de gelek zarok, jin û pîr jî hebûn.

Di 92yemîn salvegera Jenosîda Gelîyê Zîlanê de em careke din dibêjin ku me Jenosîda Gelîyê Zîlanê Ji Bîr Nekirîye û Em Ji Bîr Nakin Jî.

Em qesasên jenosîda Zîlanê rûreş dikin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 685 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:38:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x