PAK: Me qetlîama Roboskê ji bîr nekirîyê û emê ji bîr nekin

Partiya Azadiya Kurdistan'ê (PAK), bi boneya 11. salvegera komkujiya Roboskîyê de daxuyaniyek belavkir.

28.12.2022, Çar - 07:07

PAK: Me qetlîama Roboskê ji bîr nekirîyê û emê ji bîr nekin
Nuçe Belav bike

Partiya Azadiya Kurdistan'ê (PAK), di malperên xwe yên tevna civakî de bi boneya 11. salvegera komkujiya Roboskîyê de daxuyaniyek belavkir. PAK'ê daxûyaniya xwe de, "Me komkujiya Roboskîyê bîr nekiriye em jibîr nakin" got.

PAK'ê daxûyaniya xwe de ev gotin rêzkirin:

"Şeva 28.12.2011an li Robozkê 34 Kurdên ku piranîya wan zarok û ciwan bûn, bi êrîşa balafirên Dewleta Tirkîyeyê hatin qetil kirin.

11 sal li ser qetlîama Robozkê derbas bû.

Ev qetlîama ku ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatîye kirin, hîna jî weke ''faîlî maçhûl'' maye.

Dewleta Tirkîyeyê, hem kiryardarê vê qetlîamê ye, hem hîna jî qurbanîyên qetlîamê sûçdar dike.

Em di wê bawerî û hêvîyê de ne ku Qetlîama Robozkê û qesas û berpirsên wê, rojekê dê bêne darizandin.

Belê, me qetlîama Robozkê ya ku di şeva 28.12.2011an de ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hate li dar xistin ji bîr nekirîye û tu carî ji bîr nabe.

Em vê qetlîamê şermezar dikin.

Em şehîdên Robozkê û hemû şehîdên xwe bi giramî bi bîr tînin, ruhê wan şad, cîhê wan bihuşt be.

28.12.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 480 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:54:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x