PAKê Li Rihayê serdana malbata Şenyaşaran kir

Heyeteke PAKe ya ku ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr û Vahît Aba, endamên Meclîsa Partîyê ya PAKê Mehmet Dortyama û Mehmet Alî Yilmaz pêk hatî, roja 05.01.2023yê li Rihayê seredana Malbata Şenyaşaran kir.

05.01.2023, Per - 10:40

PAKê Li Rihayê serdana malbata Şenyaşaran kir
Nuçe Belav bike

Ji ber ku xanim Emîne Şenyaşar ji bo emelîyata xwe li nexweşxaneyê bû, kurê wê Ferît Şenyaşar nobeta malbatê berdewam dikir. Ferît Şenyaşar pêşewazîya heyeta PAKê kir.

Heyeta PAKê hemû êrîş, neheqî û zordarîyên ku li Malbata Şenyaşaran hatîye kirin şermezar kirin. Heyeta PAKê got ‘’Em bi her awayî piştgirîya we dikin. Ev lêgerîn û helwesta we ya ji bo edaletê , di eslê xwe da beşeke ji doza têkoşîna azadîya gelê kurd, beşeke ji lêgerîn û têkoşîna gelê me ya ji bo mafên demokratîk, edalet û wekhevîyê ye’’.

Ferît Şenyaşar jî li ser navê malbata xwe spasîya heyeta PAKê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 909 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:28:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x