Parêzerek bi Kurdî vîdeoyên li ser hiqûqê belav dike: ‘Miletê me bi hiqûqê nizane!’

Parêzerekî Kurd ê ji Amedê vîdoyên li ser hiqûqê û yasayan belav dike û bi vî awayî hewl dide zanyariyan bide xelkê.

24.02.2024, Cts - 15:36

Parêzerek bi Kurdî vîdeoyên li ser hiqûqê belav dike: ‘Miletê me bi hiqûqê nizane!’
Nuçe Belav bike

Elîcan Stêrk parêzerekî Kurd e û li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê dijî.

Wî li ser medyaya civakî ji xwe re kanaleke bi navê “Hiquq Bi Kurdî” vekiriye û vîdeoyên li ser hiqûqê û pîşeya xwe belav dike.

Dixwaze Kurd bi rêya vîdeoyên wî bi zimanê xwe yê dayîkê bizanin ka di warê yasayî de mafên wan çi ne û di dozan de çawa parastina xwe bikin.

Parêzer Elîcan derbarê kar û armancên xwe de ji Rûdawê re axivî.

Parêzerê Kurd Elîcan Stêrk got:

“Hiqûqa bi Kurdî pêdiviyek bû û hewce bû were kirin. Em diketin dozan û me didît ku miletê me hiqûqê nizane an jî kêm dizane.

Ji bo ku ev yek bigihe miletê me û miletê me bêhtir xwe nas bike û bizane mafên wan çi ne, bikare li dadgehan parastina xwe bike û li cihên din mehcûb nebin me got em dest bi vê xizmetê bikin.

Ez di vîdeoyên xwe de qala yasa, hiqûq û mafên mirovan dikim. Ez di vîdeoyan de cih didim biryarên dadgehan ji bo ku baştir were famkirin.”

“Zanîna yasa û hiqûqê wek nan û av û hewayê pêwîst e”

Parêzerê Kurd Elîcan Stêrk ji Amedê ye.

Wî beşa hiqûqê li Zanîngeha Marmarayê qedandiye û ji sala 2018an ve li Stenbolê parêzeriyê dike.

Xizmeta hiqûqê jî bi Kurdî pêşkêşî beşek ji miwekilên xwe yên Kurd dike û dixwaze Kurdî di hemû pîşeyan de were bikaranîn.

Parêzer Elîcan Stêrk anî ziman:

“Zanîna yasa û hiqûqê wek nan û av û hewayê pêwîst e. Ez bawer im ev xizmet dê bibe mînak ji bo gelek xizmetên din. Ez bi tenê karê hiqûqa bi Kurdî nakim, em ligel hinek hevalên xwe yên parêzer vî karî dikin.

Ez bawer im ev kar dê bibe xizmeteke pir baş. Ev yek dê ji bo mirovan bibe mînak û wêrekî û Kurdî dê di qadên zêdetir de were bikaranîn.”

Parêzerê Kurd Elîcan Stêrk ji bilî belavkirina vîdeoyan dixwaze di paşerojê de li ser hiqûqa Kurdî nivîsên akademîk jî binivîse û wan wek gotar di platformên cuda de biweşîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:57:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x