PKKê aşkere kir: Du fermandarên me yên jin jiyana xwe ji dest dane

Baskê çekdar ê PKKê, HPGê di dauxyaniyekê de ragihand, du fermandarên wan ên jin ên bi navên "Hibrîze Ozdurak" û "Fatma Onur" jiyana xwe ji dest dane.

30.01.2023, Pts - 14:03

PKKê aşkere kir: Du fermandarên me yên jin jiyana xwe ji dest dane
Nuçe Belav bike

Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê çekdar ê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nasnameya du endamên xwe aşkere kir ku di êrîşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Hibrîze Ozdurak bi nasnavê "Berçem Turcel" di 15ê Hezîrana 2022an de û Fatma Onur bi nasnavê "Kinda Zîn" di 28ê Cotmeha 2022an de li "Herêmên Parastinê yên Medyayê" di nav sînorê Herêma Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gor agahiyên ku HPGê belav kirine, Hibrîze Ozdurak di sala 1978an de li navçeya Dêrika Mêrdînê ji dayik bûye, di sala 1993an de tevlî nava refên PKKê bûye, li Amed, Êlih, Bedlîs û Erziromê û herwiha li Rojavayê Kurdistanê di erk de bûye.

Herwiha Fatma Onur di sala 1976an de li gundê Domdere ya navçeya Afşîn a Mereşê di malbateke Elewî de ji dayik bûye, di 13 saliya xwe de koçî Ewropayê kiriye û di sala 1995an de dema li Îngilîstanê bûye tevlî refên PKKê dibe.

Li aliyekî din di Cotmeha 2022an de Îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) ragihandibû ku di operasyonekê de bo ser Şingalê Fatma Onur hatiye armanckirin.

Di nûçeya AAyê de hat diyarkirin ku Onur "rêvebera îstîxbaratê" ys PKKyê bûye û bi salan di nav baskê çekdarî yê PKKê da maye û perwerdeya îstixbaratê daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 440 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:36:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x