PKKê candana fermandarê xwe yê pilebilind ragihand

PKKê candana fermandarekî xwe yê pilebilind ê ragihand.

17.12.2022, Cts - 06:56

PKKê candana fermandarê xwe yê pilebilind ragihand
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê ku baskê leşkerî yê PKKê ye ragihand ku Bîlal Karakuş ê ji Dêrsimê ku di astên cuda de xebitiye canê xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku Bîlal Karakuş ê bi nasnav "Elî Heyder Dêrsim" di sala 1993an de ji Dêrsimê tevlî PKKê bûye, di navbera salên 1993-98an de li Dêrsim û Erziromê, di navbera 1998-2001an de li herêma Behra Reş û di sala 2003an de Amedê maye.

Hate ragihandin ku Bîlal Karakuş ji sala 2009an û vir ve li Herêma Kurdistanê bi taybetî herêma Qendîlê li cihên cuda kar kiriye.

Hat diyarkirin ku Bîlal Karakuş di 17ê Tîrmeha 2022an de li çiyayên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye lê belê di daxuyaniyê de agahiyên li ser sedema candana Karakuş nehat diyarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 879 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:06:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x