Platforma Ciwanên Kurd: Divê cîhan Komkujîya Helebçe wek jenosîd bipejirîne

Platforma Ciwanên Kurd di daxûyanîya xwe ya derbarê Komkujîya Helepçe'yê de da zanîn, divê cîhan Komkujiya Helepçe'yê wek jenosîd nas bike.

16.03.2023, Per - 10:12

Platforma Ciwanên Kurd: Divê cîhan Komkujîya Helebçe wek jenosîd bipejirîne
Nuçe Belav bike

Platforma Ciwanên Kurd bi munasebeta 35'emin salvegera Komkujîya Helepçeyê de daxûyaniyek parvekir.

Di daxûyanîyê de, li ser komkujiya Helebçeyê re 35 sal derbas bû. Beriya 34 salan di 16’ê Adara 1988’an de li Helebce li ber çavên hemû cîhanê jenosîdeke mezin ji aliyê rejîma Baas ve hat kirin.

Di jenosîda Helebçeyê de 5 hezar Kurdên sivîl hatin qetilkirin. Bi hezaran Kurd birîndar bûn. Dewletên Ereb Ewropa, DYE û Yekîtiya Sovyetê li hemberî vê qirkirinê bêdeng mabûn. Vê jenosîdê şermezar nekirin.

Berdevama daxuyanîyê de, "Jenosîda Helebçeyê di çarçoveya operasyona Saddam Husên de bû, ku navê wê “Enfal” kiribû." hat gotin û axaftin wiha berdevam kir:

"Rejîma Baasê ji bo ku kurdan tune bike û têkoşîna netewî bi dawî bike operasyona Enfalê da destpêkirin. Di çarçoveya vê plana qirkirinê de herî zêde 182 hezar Kurd hatin qetilkirin. Bi hezaran kurd ji cih û warên xwe bûn. Bi hezaran jin rastî tecawizê hatin. Kurdên sivîl li çolan bi saxî di bin axê de hatin veşartin. Dema ku tarîx 16ê Adara 1988an nîşan da, rejîma Baasê qirkirina kurdan a girseyî ku wê bikeve dîrokê pêk anî."

Di Dawiya Daxûyanîyê de, "Weke Platforma Ciwanên Kurd em şehîdên Helebçeyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em dixwazin ev komkujî weke jenosîd bê naskirin." hat gotin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 358 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:06:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x