Platforma Ciwanên Serbixwe: Em tawanbarî û neheqiyan qebûl nakin

Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) di daxuyaniyekê de got, “Em tawanbarî û neheqiyên ku li ser miletê me tên kirin qebûl nakin.”

11.04.2025, Cum - 10:22

Platforma Ciwanên Serbixwe: Em tawanbarî û neheqiyan qebûl nakin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad piştî ahenga Newrozê ya li Bazîdê hat desteserkirin û bi biryara Dadgeha Agiriyê hat girtin.

Ferîd Azad 4 roj in di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê de girtî ye.

Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) piştî ku Berdevkê wê Ferîd Azad hat girtin li Amedê daxuyaniyek da.

Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) ragihand:

“Me wekî Platforma Ciwanên Serbixwe 20ê Adarê li Bazîdê bi rengekî neteweyî ahenga Newrozê gerand.

Piştî Newrozê hêzên dewleta serdest li ser kesên ku beşdarî Newrozê bûne lêpirsîn dane destpêkirin û kesên ku ji bajarên Agirî, Îdir, Amed, Riha, Mûş, Mêrdîn, Colemêrg, Erzirom, Erzingan, Wan, Stenbol, Eskîşehîr, Îzmîr, Mêrsîn, Qeyserî, Osmaniye, Gîresûn û Manîsayê beşdarî Newrozê bûne yek bi yek gazî îfadeyê dikin.”

Platforma Ciwanên Serbixwe her wiha anî ziman:

“Piştî Newrozê heta niha bi awayekî sîstematîk zexta psîkolojîk li ser malbatan û ciwanan dane destpêkirin.

Yek ji wan jî hevalê me Ferîd Azad e ku ew ji mala wî û li ber çavên malbata wî hatiye desteserkirin û ji aliyê Dadgeha Agiriyê ve biryara girtina wî hatiye dayîn û ev 4 roj in bi awayekî neheqî di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê de ye.

Hevalê me Ferîd Azad yek ji wan sondxwarê Kurdî ye û ji ber ku bi Kurdî xeber dide ji aliyê hêzên dewleta serwer ve bi zexteke psîkolojîk re rû bi rû maye!”

“Em tawanbarî û neheqiyan qebûl nakin”

Platforma Ciwanên Serbixwe li ser sedemên zextên dewletê û girtina Ferîd Azad da zanîn:

“Sedema girtina hevalê me sirûda "Ey Reqîb" û slogana "Natewe natewe Kurdê hesin natewe" û "Kî ne em? Kurd in em" û " Kurd, Kurdî, Kurdistan" hatiye nîşandan.

Em wekî Platforma Ciwanên Serbixwe radigîhînin ku hemû xebat û çalakîyên me di çarçoveyeka sivîl da dûrî şidetê li dor metoda "Berxwedana Pasîf" tê li dar xistin.

Çalakiya me ya Newrozê jî di vê çarçoveyê da hatiye lidarxistin.

Em tawanbarî û neheqiyên ku li ser miletê me tên kirin qebûl nakin û dubare helwesta xwe radigihînin ku em dê di helwesta xwe ya neteweyî da berdewam bin û ji bo vê jî li benda piştgirî û bilindkirina dengê miletê xwe ne!”

Platforma Ciwanên Serbixwe li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê Newroz bi meşale û alayên Kurdistanê pîroz kiribû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 189 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:39:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x