Polîsan avêtin ser MED-DER û Payîz Pirtûk: 16 kes binçav kirin

Li Diyarbekir polîsan avêtin ser MED-DER ku hevserokên MED-DERê jî tê de 16 kes hatin binçavkirin, Dem Partiyê derbarê binçavkirinan de got, ev operasyon li dijî çand û zimanê kurdî ye.

24.09.2024, Sal - 14:42

Polîsan avêtin ser MED-DER û Payîz Pirtûk: 16 kes binçav kirin
Nuçe Belav bike

Hêzên ewlekariyê li Diyarbekir avêtin ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (MED-DER). Di operasyonê de Hveserokên MED-DERê Remzî Azîzoglû û Şukran Yakût jî tê de 16 kes hatin binçavkirin. Her wiha li Diyarbekirê polîsan avêtin ser pirtukxaneya bi navê Payîz Pirtûk jî.

Hat ragihandin, li Qosera Mêrdînê jî polîsan 3 kesên ku berê rêveberên HDPê bûn ên bi navê Necla Kaya, Abdulganî Ferîtogullari û Yasemîn Demîrkaya jî binçav kirine.

Derbarê serdegirtin û operasyonan de Dem Partiyê daxuyaniyek parve kir û hat amajekirin ku serdegirtinên polîsan zext û fişarên vekirî  en ser çand û zimanê kurdî ne ku saziyên daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî dikin bune armanc .

Dem Partiyê bal kêşand ku dê nekaribin rê li ber xwedîlêderketina zimanê zikmakî yê kurdan bigirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 162 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:17:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x