Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê duhî 22ê Mijdarê di daxuyaniyekê de ragihand, Şaredarê Dêrsimê yê DEM Partiyê Cewdet Konak û Şaraderê navçeya Pulurê yê CHPê Mustafa Sarigul bi tometa endamtiya PKKê ji aliyê Dadgeha Sizaya Giran a Dêrsimê ve hatine sizadan û ji ber vê jî hatine dûrxistin.
Li ser vê biryarê, Buroya Ragihandinê ya PWKê îro 23ê Mijdarê di daxuyaniyekê de ev biryar şermezar kir û tê de got:
“Wezarete Navxwe ya Komara Tirkîyeyê ragihand ku Serokê Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyê Cevdet Konak û Serokê Şaredariya Pilûrê ya CHPyê Mustafa Sarigul, ji wazîfeya wan wergirt û li cîhê wan qeyûm tayîn kir.
Li şûna Cevdet Konak, Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu wekî qeyûm hat tayînkirin.
Li şûna Mustafa Sarigul, Qaymeqamê Pilûrê Huseyîn Şamîl wekî qeyûm hat tayînkirin.
Biryara tayîn kirina qeyûman, tune hesibandin û binpê kirina îradeya dendêrên Dêrsim û Pilûrê ye, biryareke sîyasî ye, li dijî pîvanên demokrasîyê ye, nayê qebûl kirin.
Em biryarên tayîn kirina qeyûman şermezar dikin.
Divê serokên şaredarîyên Dêrsim û Pilûrê vegerin ser wazîfeyên xwe.”