PWK: Em biryara tayin kirina qeyûmê li ser Şaredarîya Sêrtê şermezar dikin

29.01.2025, Çar - 17:08

PWK: Em biryara tayin kirina qeyûmê li ser Şaredarîya Sêrtê  şermezar dikin
Nuçe Belav bike

Hevseroka Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê Sofya Alagaş roja 28.01.2025ê, bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê”, 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn.

Piştî vê biryarê, Wezareta Navxwe ya Komara Tirkîyeyê ragihand ku Hevseroka Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê Sofya Alagaş ji wazîfeyê wergirtîye û li  şûna wê Parêzgarê Sêrtê Kemal Kizilkaya wekî qeyûm hatîye danîn.

Biryara tayîn kirina qeyûman, tune hesibandin û binpê kirina îradeya dendêrên Sêrtê ye, biryareke sîyasî ye, li dijî pîvanên demokrasîyê ye, nayê qebûl kirin.

Em biryarên tayîn kirina qeyûman şermezar dikin.

Divê Hevseroka Şaredarîya Sêrtê vegere ser wazîfeya xwe.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Vî nûçeyê tevayî: 289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:30:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x