PWKê li Diyarbekirê Şêx Seîd û hevalên wî bibîr anîn

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li Diyarbekirê, rêberê neteweyî yê miletê kurd Şêx Seîd û hevalên wî bibîr anîn.

29.06.2024, Cts - 17:33

PWKê li Diyarbekirê Şêx Seîd û hevalên wî bibîr anîn
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniyeke Buroya Ragehandinê ya PWKê, “Teşkîlata Amedê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi minasebeta 99emîn salvegera darve kirina Şêx Seîd û hevalên wî, li Amedê, semînereke bibîranînê li dar xist.

Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran moderatorîya semînerê bi rêvebir. Axavftvanên semînerê lêkolînerê kurd Kerem Serhedî û Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay bû.

Di destpêka semînerê de ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.

Moderatorê semînerê Hanîfî Tûran, di derbarê naveroka semînerê, şehsîyeta Şêx Seîd efendî ya neteweyî û girîngîya tevgera 1925ê de kurd de axaftinek kir.

Paşê, Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, di derbarê rola Rêxistina Azadîyê (Komîteya Îstîklalê), Xalid Begê Cibrî û Şêx Seîd efendî; provokasyona Dewleta Tirk a ku bû sebep Tevgera 1925ê zû û bê amadeyî destpêbû de agahdarî da.

M.Can Azbay, di berdewamîya axaftina xwe de, bal kişand ser sîyaseta kemalîstan û çepên tirkan ya ku xwestin tevgera milî ya 1925ê wek tevgereke paşverû nîşan bidin û herweha hinek alîyên sîyasî û kesayetên kurdan jî piştgirîya vê sîyaseta kemalîstan kirin.

Herweha M. Can Azbay di şikesta tevgera milî a kurd de, rola piştgirîya Îngîltere, Fansa û Yekitîya Sovyetî ya ji bo kemalîstan anî zimên.

M. Can Azbay di berdewamîya axaftina xwe de got ‘’Divê kurd bi xwe dîroka xwe binivîsînin da ku nivşên nû bi agahdarî û berçavkên Dewleta Tirk li dîroka xwe nenêrin û şîrove nekin’’.

Piştî M.Can Azbay lêkolînerê kurd Kerem Serhedî di derbarê Tevgera 1925ê ya milî de bi belgeyan agahdarîyên gelek girîng da.

Kerem Serhedî belgeyeke nû pêşkêş kir ku gava Şêx Seîd bi îxaneta navxweyî tê girtin, di îfadeya xwe ya ewil a di karakola Dewlet Tirk de dibêje ‘’Me ji bo dewleta milî a kurdan ev têkoşîna meşandîye’’.

Semînere PWKyê ya Teşkîlata Amedê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi minasebeta 99emîn salvegera darve kirina Şêx Seîd û hevalên wî li Amedê li dar ket, bi pirs û şîroveyên beşdaran bi dawî hat.

Ji beşdaran, rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd Mahmût Kîper û Osman Karavîl jî di derbarê v^emijarê de nêrînên xwe anîn zimên.

Li gel Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk û endamên PWKyê, nûnerên PSK, HAK-PAR, DDKD, Platforma Ciwanên Serbixwe û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî beşdarî semînerê bûn.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 256 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:36:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x