PWKyê li Kolanên Amed, Mêrdîn û Batmanê Ji bo Hilbijartina Dersa Bijartte ya Kurdî Broşur Belav Kir

14 Sibat 2025 - 10:17
14 Sibat 2025 - 10:17
 0  549
PWKyê li Kolanên Amed, Mêrdîn û Batmanê Ji bo Hilbijartina Dersa Bijartte ya Kurdî Broşur Belav Kir

Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) rojên 11, 12 û 13ê Sibata 2025ê li Amed, Mêrdîn û Batmanê, li kolan û qadan, broşurên ji bo hilbijartina dersa bijarte ya kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) belav kirin.

Rêvebir û endamên PWKyê, roja 09.02.2025ê, Li navçeya esenyûrtê ya Stenbolê  beşdarî çalakîya HEZKURDê bûn, piştgirî dan banga ji bo hilbijartina dersa bijarte ya kurdî.

Rêvebir û endamên PWKyê bi broşurên kurmancî, zazakî û tirkî, li kolanan û li ber dibistanan bangî malbatên kurdan kirin da ku zarokên xwe heta roja 17ê sibata 2025ê li dersa bijarte ya kurdî keyd bikin.

Herweha di wan broşuran de daxwaz kirin ku divê Dewleta Tirkîyeyê perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî qebûl bike.

Rêvebirên PWKyê, bi êlegên ku logoya PWKyê û nivîsên ‘Zimanê Me Hebûna Me Ye’, ’Zimanê Me Rûmeta Me Ye’ li ser wê nivîsandîbû ev çalakîya xwe li dar xistin.

Gelê me yê Amed, Mêrdîn û Batmanê bi awayekî germ pêşewazîya van çalakîyên PWKyê kirin.

Çalakîyên li Amedê Ji Bo Dersa Bijarte ya Kurdî

Rêvebir û endamên PWKyê, roja 11.02.2.205ê,  ji sûka Gereka Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê heta Derîyên Çîyê û  li destpêka Derîyê Çîyê,Mizgefta Mezin û ji wê derê heta kolana Sabûnçularê broşur belav kirin.

Roja 12.02.2025ê li Taxa Ofîsê, Taxa Rêzan (Baglar), Sûka Saxlik Ocaxîyê, Bazara Çerşembê û heta Serê Sûka Korxatê broşur belav kirin.

Berîya belav kirina broşuran û di berdewamîya çalakiyê de,  Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azabay û Vahît Aba, Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran û endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mîrza Akar, di derbarê vê  çalakîyê de agahdarî dan telewîzyonan.

Çalakîya Li Qoserê Ji Bo Dersa Bijarte ya Kurdî

Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 12.02..2025ê li Naçeya Qoserê ya Mêrdînê li kolan û qadan broşurên ji bo hilbijartina dersa bijarte ya kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) belav kirin.

Berîya belav kirina broşuran û di berdewamîya çalakiyê de, li Qada Azadîyê Serokê Şaxa Mêrdînê ya PWKyê Nezîr Gelerî û rêvebirê PWKyê Şêxmûs Unal di derbarê vê çalakîyê de ji gelê li qadê ne re axaftin kirin.

Serokê Şaxa Mêrdînê ya PWKyê Nezîr Gelerî, ji xelkê Qoserê, girseya amade re bi hoperlorê daxuyanîya PWKê xwend.

Paşê, rêvebir û endamên PWKyê li nava Sûka Qoserê belavok belav kirin. Li Meydana Azadîyê pankart hat vekirin. Li gel dost, heval û piştgirên welatperwer, xwepêşandanek hate li darxistin.

Çalakîya Li Batmanê Ji Bo Dersa Bijarte ya Kurdî

Rêvebirên PWKyê yên Batmanê, roja 12.02.2025ê, ji caddeya Gulistanê  heta seranserê Caddeya Dîyarbekirê, ji wê derê jî heta Batman Parkê broşur belav kirin.

PWKyê Li Stenbolê Piştgirî Da Çalakîya HEZKURDê ya Ji Bo Dersa Bijarte ya Kurdî

Komeleya HEZKURDê roja 09.02.2025ê, li Bajarê Stenbolê, li navçeya Esenyûrtê, bi çalakîyekê bangî malbatên kurdan kir da ku dersa bijarte ya kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) hilbijêrin.

Çalakîya HEZKURdê li Qada li ber Şaredarîya Esenyûrtê li dar ket.

Li gel Rêvebir û endamên HEZKURDê, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Kasim Ergun, Nûnerê Stenbolê yê PWKyê Cengîz Gungor û rêvebirên PWKyê yên Stenbolê, Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz û Hunermend Kazo beşdarî vê çalakîyê bûn, piştgirî dan banga ji bo hilbijartina dersa bijarte ya kurdî.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)