Li Amedê kesên ku beşdarî rapirsiyê bûne, ji sedî 61.3 HDP, ji sedî 28.5 AK Partî, ji sedî 1.2 CHP, ji sedî 0.7 MHP diyar kirine ku deng didin van partiyan, herwiha kesên ku bijardeya "yên din" hilbijartine jî, ji sedî 8.3 ye.
Li Wanê kesên ku destnîşan kirine ku dê dengê xwe bidin HDPê ji sedî 56, AK Partî ji sedî 37.2, CHP ji sedî 1.4, MHP ji sedî 1.8 bû, herwiha kesên bêbiryar û partiyên din jî, ji sedî 3.6 e.
Li Mêrdînê, HDP ji sedî 55.9, AK Partî ji sedî 35.1, CHP ji sedî 1.6, MHP ji sedî 1.7, kesên bêbiryar û partiyên din jî, ji sedî 5.7 bû.
Li Êlihê, HDP ji sedî 61.5, AK Partî ji sedî 25.9, CHP ji sedî 1.1, MHP ji sedî 0.8 û herwiha kesên bêbiryar û partiyên din jî, ji sedî 10.7 e.
Li Şirnexê ku gelek îdia hene li ser veguhestina dengderan, HDP ji sedî 56.9, AK Partî ji sedî 32.15, CHP ji sedî 1.7, MHP ji sedî 2.2 û kesên bêbiryar û partiyên din jî, ji sedî 7.05 e.