Rêya di navbera Qers û Agirî de ji ber berfê hat girtin

Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde rêya navbera Qaqizman û Agirî ji çûnûhatinê re hat girtin.

04.03.2023, Cts - 15:04

Rêya di navbera Qers û Agirî de ji ber berfê hat girtin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên Rêveberiya Rêyên Bejayî yên parêzgeha Qersê ji ber barîna berfê rêya navbera navçeya Qaqizmanê û parêzgeha Agiriyê hatiye girtin û ji bo vekirina kar û xebatên vekirina rê tîmê wan li ser kar berdewam in.

Her wiha li navçeya Qamuşanê ser bi heman parêzgehê jî ji şeva borî de barîna berfê berdewam e û li cihê bilind sitûriya berfê li navçeyê gihiştiye nêzîkî 70 santîmetre.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:12:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x