Rojîn ji bo Şirnexê dest bi kampanyekê kir

Hunermed û stranbêja kurd Rojîn ji bo welatiyên Şirnexê yên ku di şerê xendeqan de malên wan xirab bûne kampanyekê da destpêkirin.

13.02.2017, Pts - 17:46

Rojîn ji bo Şirnexê dest bi kampanyekê kir
Nuçe Belav bike

Hunermed û stranbêja kurd Rojîn ji bo welatiyên Şirnexê yên ku di şerê xendeqan de malên wan xirab bûne kampanyekê da destpêkirin.

Bi sedan nişteciyên Şirnexê ji ber ku malên wan di şerê xendeqan de wêran bûne niha zivistanê di bin çadiran de diborînin.

Rojînê li ser medyaya civakî ji bo kesên di çadiran de dijîn dest bi kampanyekê kir.

Hunermenda kurd Rojin wiha got: “Me xwest ku di vê zivistanê de ji kesên li Şirnexê bê xanî mane hindek jî be bibin hêviyeke û hinek pêwîstiyên wan pêk bînin. Me heta niha li Şirnêxê hezar 250 betanî dane kesên pêwîstiya wan heye.”

Rojîn sipasiya herkesî ku beşdarî kampanyayê bûye kir û wiha domand: “Alîkariyên me dê bidomin. Di vê zivistanê de jin û zarokên li wan deran li benda mont, pêlav û batniyan hene. Em bixwe dê alîkariyên xwe bi ser wan ve dabeş bikin.”

Herwiha Rojîn da zanîn ku wan ji bo navçeya Suruçê ya Rihayê jî 800 telis ard, 1,5 ton mamayê zarokan û 300 betanî berhev kirine lê şaredariya Suruçê destûr nedane wan ew herin kampê û dest danîne li ser kelûpelên kom kirine.

Rojîn ji bo kampayê piştgirî xwest û got: “Di demên zor û zordariyê de divê em piştevaniya hev bikin û dest bidin hev.”

Di erdheja Wanê de jî Rojîn bi klûba Fernerbahçeyê re hevkarî kiribû û dahatuyên konserên dabû kesên malên wan hilweşiya.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1493 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:09:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x