Şandeke geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê serdana Colemêrgê kir

Şandeke rayedarên birêveberiyên geştiyariyê û nûnerên acentayên geştiyariyê yên bajarên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê yên Herêma Kurdistanê ku ji 65 kesan pêk dihat, serdana parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê û navçeya wê Çelê kirin.

14.07.2023, Cum - 12:44

Şandeke geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê serdana Colemêrgê kir
Nuçe Belav bike

Şanda geştiyaran a ji Herêma Kurdistanê li Deriyê Sînorî Serzêrê yê navçeya Çelê ji aliyê Şaredarê navçeya Çelê Ensar Dundar, Şaredarê Bajêrgê Dirbaz Buyuksu û nûnerên saziyên sivîl ve bi gulan hatin pêşwazîkirin û li navenda navçeyê beşdarî bernameya xwarinê bûn.

Endamên şandê li Mizgefta Emîr Şaban a dîrokî û navenda navçeyê geriyan û ji rayedaran agahî wergirtin girtin, piştre çûn navenda bajêr û serdana girê ku lê bajêr temaşe dikin kirin.

Alîkarê Parêzgar Halîl Îbrahîm Koroglu û Birêveberê Çand û Geştiyariyê yê Parêzgehê Îdrîs Agacanoglu li wê derê bi şanda mêvan re hatin cem hev û sohbet kirin.

Piştî ku şanda geştiyarai li Medreseya Meydanê geriyan, çûn Navenda Şemetokê ya Mêrga Botan ku her sal bi hezaran geştiyarên xwecihî û biyanî serdana wê derê dikin.

Xeyrî Elî Oso Serokatiya şanda Herêma Kurdistanê ya ku ji 64 kesan pêk tê ji ajansa Rûdawê re axivî û got “Em li ser daweta xelkê vê derê em hatine vê derê û em dê 4 rojan li vê derê bimînin. Em bi hêvî ne di navbeyna me û wan de ku bêhtir hemahengî û hevkarî çêbibe bo veguhestina geştiyaran ji vê derê bo Herêma Kurdistanê û ji Herêma Kurdistanê bo Colemêrgê.

Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Herêma Rojhilatê Anadoluyê ya Yekîtiya Acenteyên Geştî yên Tirkiyê Cevdet Ozgokçe serdana şanda Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re nirxand.

Ozgokçe “Me bernameyeke ku ji 3 şev û 4 rojan pêk tê amade kiriye. Em ê cihên dîrokî û geştiyarî ên li navenda bajêr, Gever û Şemzînanê nîşanî mêvanên xwe bidin. Em dê wan li nêzikî 10 cihên geştiyariyê bigerînin.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 509 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:01:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x