Şaredariya Amedê ji bo wêjeya Kurdî dê atolyeyên wergerê veke

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo wêjeya Kurdî dê atolyeyên wergerê veke.

10.09.2024, Sal - 10:34

Şaredariya Amedê ji bo wêjeya Kurdî dê atolyeyên wergerê veke
Nuçe Belav bike

Şaredariya Bajarê Amedê vekirina Atolyeyên Wergerê yên ku di pêvajoya pêşketina wêje û ziman de xwedî girîngiyeke mezin in, qebûl kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Şaredariya Amedê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin bi yekdengî vekirina Atolyeyên Wergerê yên ku di pêvajoya pêşketina wêje û ziman de xwedî girîngiyeke mezin in, qebûl kir.

Di civîna asayî ya meha îlonê de, rapora avakirina Atolyeyên Wergerê yên di nava şaredariyê de ji aliyê Komîsyona Çandê ve, ji bo darîçavbûna wêjeya Kurdî, hat nîqaşkirin û ji aliyê meclîsê ve hat qebûlkirin."

 

Vî nûçeyê tevayî: 149 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:54:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x