Serok Barzanî li ser pirsa zeviyên Kerkûkê bi berpirsên Iraqê re di pêwendiyê de ye

serok Mesûd Barzanî derbarê pirsa zeviyên gundên Topzawa û Tirkelan yên Kerkûkê de bi Serokwezîrê Îraqê û berpirsên Bexdayê re di pêwendiyê de ye.

07.06.2023, Çar - 13:26

Serok Barzanî li ser pirsa zeviyên Kerkûkê bi berpirsên Iraqê re di pêwendiyê de ye
Nuçe Belav bike

Berpirsê liqê Sêyemîn ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê Mihemed Kemal ji K24ê re ragihand, Serok Barzanî daxwaza rawestandina destêwerdana leşkerî li ser zeviyên cotkarên Kurd li navçeyên Kurdistanî kiriye.

Berpirsê Liqê Sêyem yê PDKê li Kerkûkê da zanîn, berpirsên Bexdayê soz dane Serok Barzanî ku dest ji tedbîrên leşkerî berdin û neçin gundên Topzawa û Tirkelan.

Herwiha soz wê yekê ji Serok Barzanî re hatiye dayîn ku biryara avakirina komelgeheke niştecihbûnê li gundê Tirkelan ji bo efserên artêşa Iraqê were rawestandin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:13:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x