Şivan Perwer: Min baweriya xwe bi aştiya wan anîbû

Hozanê kurd Şivan Perwer ku piştî ku li Amedê konsertek da û beşdarî mitînga Serokomarê Tirk bû ji aliyê hin derdorên kurd û tirk ve rastî rexneyên giran hatibû. Şivan Perwer bersiva derdorên rexnegir da û got:" Min xwest ku ez piştgiriyê bidim aştiya herdû aliyan. Lê herdû alî jî mileta bi qurbana siyaseta xwe kirin. Wan berê xwe da şer."

13.01.2017, Cum - 08:52

Şivan Perwer: Min baweriya xwe bi aştiya wan anîbû
Nuçe Belav bike

Şivan Perwer prosesa hatina xwe Amedê û rewşa dawî ya kurdan ji Sipûtnîk Kurdistanê re nirxand. Perwer got: "Min di go Tirkiye dikare bibe bavê Rojhilata Navîn. Mileta li hev bîne. Nehêle şer çêbibe. Min ji Erdoganî xwest ku heqê kurdan bidin, doza kurd çereser bikin, lê wan Tirkiye jî xist nav şer, wisa tevliheviyek heye ku milet bûne qurbaniyên 'ez eza' partiyên siyasî."

Şivan Perwer ji bo xerabûna prosesa çareseriyê jî got: "Kurd ji xwe xwe neguherandin, lê Tirka jî xwe neguherand. Tirk dibêjin her gav divê qerar di deste me de be. Her dixwazin li ser kurdan serdest bin, kurd jî nikarin xwe wek opozîsyoneke xurt li meclîsa wan bicih bikin. Opozîsyona kurd jî çênabe. Heger HDP wek partiyek ya kurdan û opozisyonê bimana wê Tirkiye jî ew qebûl bikira. Opozîsyonek ku mafên kurdan jî biparêz in derneket." Şivan Perwer bal kişand ser pevçûnên salên dawî yên li bajarên kurdan û got:" Yanî halê wan hendekan çi bû rehme?, xweserî çibû?. Herderê hemû bajarên kurdan xera kirin. Hem dewletê xera kir, hem jî wana xera kir. Vêca emê bêjin kîjan heq e. Herdû alî jî 'ez eza' wan e, milet li ber destê wan perîşan bûn."

Şivan Perwer li ser pirsa 'Tu hatî Amedê û li wir tevli Serokomarê Tirk Erdoganî û Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî re tu derketî ser dike. Gelo te encamek çawa ji vê derxist?' got: "Cara pêşîn li Tirkiye pêvajoyek ya çareseriyê, ya aştiyê çêbibû, xwedanderketinek çêbibû.Pêvajoyek ya serbestiya eymetê miletan anîbûn berçavan ku kurdan qebûl dikirin. Rewşek wisa çêbibû ku Tirkiye miletê kurd jî qebûl dikir. Herdû alî jî razî bûn. Wan bixwe pêvajoyek ya aştiyê çêkiribû, ji min re gotin "Pêvajoka aştiyê heye were" Min go 'Ma ka em biçin ji bo aştiyê em wan pîroz bikin'. Aştiyê bêtir em pêş bixin, alîkariya wan bikin."

Şivan Parwer wiha berdewam dike: "Bi salan Tirkiye gazî me dikir, lê baweriya min ji wan nedibû. Lê gava ku min dît tirka û kurdan dest dane hev, min go 'ka ez jî wek hunermendekî kurd biçim bila destê min jî di destê wan de be'. Bi Serokkomarê Tirk birêz Recep Tayyip Erdogan û bi Serokê Kurdistanê birêz Mesût Barzanî re. Min dît rewşa aboriya wan baş diçû. Êdî nahêlin kes bimre. Êdî nahêlin mal xerab bibin. Başe ma kare me çiye? ez jî bi salan qirêqîra min bû min bang ji bo aştî û azadiyê dikir, ez jî hatim ku vê aştiyê pîroz bikim."

Perwer wiha berdewam kir: "Di berdewamiya vê beşdarbûnê de wele min dît ku dîsa siyaset kete ortê û yekî got 'Çi îşê te li wir e?', yê dî go 'Divê tu nehatibûna'. Yekî dî go 'Ne roja hatina te ye'. Min go ez hatime ji bo pêvajoya ku we daye destpêkirin pîroz bikim, ka win çi dixwazin ji min. Min dît ku derfeta jiyana min li wir nema. Ku êdî bistirêm. Berê tirka dijminatî li min dikir, vê dawiyê kurdan dijminatiya min kir. Reviyam çûm dîsa. Şevekê mam min go bi xatirê we. Ez namînim. Ezê wek xwe bijîm. Kengî ku hun li hev hatin wek camêra ji min re bêjin, 'Vaye em li hev hatin', ka tu jî we re ji me re bistirê, ezê wê gavê werim. Ne ku têkevim nava polemîkên siyasî, qirêj û şer û kuştin û mirin û hîlekarî û derewan, bi vî awayî ji wir derketim çûm."

"Dawiyê min dît ku dîsa şer dest pê kir. Her roj şehîd. Her roj şehîd. Tirk dema ku kurdan dikujin dibêjin "öldürdük". Kurd gava tirka dikuj e dibêjin nizanim 'şehid'. Ka ev çi hal e? Herdû alî jî xelet e. Herdû alî jî ne ji bo milet ji bo xwe ne. Min di go Tirkiye dewleteke mezin e. Tirkiye dikare bibe bavê Rojhilata Navîn. Mileta li hev bîne. Nehêle şer çêbibe. Lê vaye Tirkiye jî xwe xist nav şer, wisa tevliheviyek heye ku herdû alî jî miletan dikin qurbana siyaseta xwe."

Perwer bal kişand ser hilbijartinan û got "Fêdeya hilbijartinan jî nebû. Îrada milet nehat bikaranîn. Teniya siyaset û seroka rol lîstin. Ne îrada miletê kurd hat bikaranîn. Ne ya miletê tirk ne yê însaniyetê hat bikaranîn. Teva go 'siyaseta me'. Tev jî 'ez ez' a wan e. Tirkiye dewleteke dîrokî ye, edebî ye, felsefîye, kulturî ye dinya hemû, lê kom dibe. Tenê tûrîzma wê têra xwedîkirina vî welatî ye. Lê hemûyan xera kirin. Ez bawer nakim ku di rewşek wisa de careke dîn bêm. Nayêm. Ezê mûzîka xwe bikim. Mûzîk bi ser hemû hineran re ye. Û mûzîk wek bayekê diherike nikare bisekine.

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1112 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:47:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x