Sêrt: 9 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê 9 kes bi hinceta “propagandaya PKK/KCKyê” hatin destserkirin.

30.12.2023, Cts - 07:02

Sêrt: 9 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya ku doh ji aliyê Parêzgariya Sêrtê ve hatiye belav kirin, hêzên ewlehiyê, bi hinceta PKKyê lêkolînek dane destpêkirin.

Parêzgarî dibêje, di çarçoveya lêkolînê de çend kes hatine destnîşan kirin ku 26ê Kanûna Pêşîna 2023yan di daxuyaniyeke çapemeniyê ya li Taxa Doganê ya navenda bajarê Sêrtê de “pesnê tawan û tawanbar dane û propagandeya rêxistinê” kirine.

Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê, di operasyoneke hemwext de bi ser çend navnîşanan de girtin û 9 kes destser kirin.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê her 9 kesên destserkirî birine Rêveberiya Ewlehiya Sêrtê û karûbarên yasayî yên derbarê wan de berdewam in.

Van rojên dawî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê operasyonên xwe yên bi hincetên “endamtî û propagandaya rêxistinê” li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêde kirine.

Rojane hejmarek kes tên desteserkirin ku piraniya wan siyasetmedar, rêvebir, berpirs û endamên DEM Partiyê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 174 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x