Sêwaz - Mînîbus û otomobîl li hev qelibin: 26 birîndar

Li navçeya Zarayê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusek û otomobîlek li hev qelibîn.

22.01.2024, Pts - 08:52

Sêwaz - Mînîbus û otomobîl li hev qelibin: 26 birîndar
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên destpêkê 26 kes birîndar bûne.

Li ser rêya navçeyên Zara (Koçgir) û Bilekanê yên Sêwazê mînîbuseke veguhestina rêwiyan û otomobîlek li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên AFAD û tendirustiyê çûn cihê bûyerê.

Li gorî zanyariyên destpêkê di bûyerê de 26 kes birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên parêzgeha Sêwazê.

Derbarê rewşa birîndaran de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 219 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:27:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x