Tirkiyê kuştina 2 leşkerên xwe li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ragihand

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragehand, 2 leşkerên wan di operasyona “Pence Kîlît” a li sînorê Herêma Kurdistanê birêve diçe de, di şerê ligel PKKê de hatine kuştin

12.09.2022, Pts - 07:02

Tirkiyê kuştina 2 leşkerên xwe li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ragihand
Nuçe Belav bike

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragehand, 2 leşkerên wan di pevçûnên li gel çekdarên PKKê de hatine kuştin û herwaha 4 leşkerên din jî birîndar bûne.

Her du leşkerên hatine kuştin “Harun Yildirim û Savaş Borlu” ne ku pileya wan Çawişê Pispor in.

Artêşa Tirkiyê di 18ê Nîsana 2022yan de bi rêya bejahî û esmanî, operasyoneke bi navê "Pençe-Kilît" li dijî PKKê li deverên Zap, Metîna û Avaşînê daye destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 309 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:26:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x