Wezareta Navxweyî qeyûm tayînî şaredariya Dutaxê kir

Hat ragihandin ku Wezareta Navxweyî qeyûm tayînî şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Dutaxa Agiriyê kir.

12.01.2017, Per - 07:19

Wezareta Navxweyî qeyûm tayînî şaredariya Dutaxê kir
Nuçe Belav bike

Polêsan di seetên şevê de bi ser şaredariya Dutaxê de girtin, xebatkar û karmendên wê binçav kirin. Kesên binçavkirî ji bo îfadedayînê ew birin Midûriyeta Ewlehî ya Navçeyê.

Li gorî îdîayan, piştî hêzên ewlehî bi ser şaredariyê de girtin bi telefonê li şaredar Firat Ozturk geriyane û gotine: "Hinek belge hene ku divê em lê temaşe bikin. Rêvebiran bi telefon ji Ozturk re gotiye me te ji peywîrê girtiye."

Piştî ji wezîfegirtina Şaredarê Dutaxê Firat Ozturk bi du seetan Qeyemqamê Navçeya Dutax Erkan Îsa Erat wekî qeyûm ji bo şaredariyê hat wezîfedarkirin.

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1402 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:15:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x