Artêşa Tirkiyê ji 15ê Hezîranê ve operasyonên nû yên esmanî yê bejayî li dijî PKKê dest pê kiriye û bi hinceta hebûna baregehên PKKê, derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê bûye.
Bi hinceta jinavbirina bingeh û kampên PKKê, artêşa Tirkiyê gav bi gav di nav kûrahiya axa Başûrê Kurdistanê de ber bi pêş ve tê.
Hêzên asmanî û bejayî yên artêşa Tirkiyê, aramiya gundên Başûrê Kurdistanê yên sînorî têk dane, jiyana bi hezaran xelkê sivîl xistine di metirsiyê de.
Bi sedan donim zeviyên çandiniyê jî bê xwedî mane.
Herwiha bi sedema wan êrîşan 4 welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û hejmarek gundên sînorî jî hatine valakirin.
Ji bo rêgirtin li pêşvehatina hêzên Tirkiyê, Hêzên Pêşmerge û Hêzên Zêrevanên Sînor ên Iraqê çend xalên serbazî li sînorê qezaya Zaxoyê û li nêzîk sînor û cihê pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de danîne.