Serok Barzanî: Pêkvejiyan û lêbordin şanaziyeke mezin a gelê Kurdistanê ye û divê were parastin

Serok Barzanî bi boneya Cejna Qiyameyê pîrozbahiyê li Kiristiyanan dike û tekezî li ser çanda pêkvejiyan û biratiyê dike.

21.04.2025, Pts - 10:32

Serok Barzanî: Pêkvejiyan û lêbordin şanaziyeke mezin a gelê Kurdistanê ye û divê were parastin
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî peyamek bi boneya Cejna Qiyameya Hezretî Mesîh (silavên Xwedê lê be) peyameke pîrozbahiyê weşand û tê de got: “Bi boneya hatina Cejna Qiyamê, ez pîrozbahiyên xwe yên germ li xwişk û birayên me yên Kiristiyanî yên li Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê dikim.”

Serok Barzanî got: “Bi vê boneyê, em tekezî li ser çanda pêkvejiyanê, biratî û tebaya di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên li Kurdistanê dikin.

Di beşek din a peyamê de hat destnîşankirin ku pêkvejiyan û lêbordin, şanaziyeke mezin a gelê Kurdistanê e û divê were parastin û dewlemendkirin.

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe got: “Ez hêvî dikim ku xwişk û birayên Kiristiyan û hemû pêkhateyên din ên olî û neteweyî cejnên xwe di aştî û aramiyê de pîroz bikin. Cejna we pîroz be û ez ji we re şadî û bexteweriyê dixwazim.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 105 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:18:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x