Nacî Gorur li ser erdhejê hişyarî da: Erdhej dê ji 7 pileyan mezintir be

Pisporê erdhejê Nacî Gorur derbarê erheja li Stenbolê got, “Ev ne ew erdheja mezin e ku em li Marmarayê li bendê ne. Erdheja Stenbolê dê ji 7 pileyan mezintir be”

23.04.2025, Çar - 16:21

Nacî Gorur li ser erdhejê hişyarî da: Erdhej dê ji 7 pileyan mezintir be
Nuçe Belav bike

Li Stenbolê erdhejeke bi hêza 6,2 pileyan çêbû û bajarên li derdora Stenbolê jî hejiyan.

Pisporê erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur li ser hesabê xwe yê Xê derbarê erdhêjên li Stenbolê daxuyanî da.

“Erdheja Stenbolê dê ji 7 pileyan mezintir be”

Dr. Nacî Gorur da zanîn ku li Deryaya Marmarayê, li ser xeta fayê ya Kumburgazê di mezinahiyên cuda gelek erdhej çêdibin û got:

“Ev ne ew erdheja mezin e ku em li Marmarayê li bendê ne. Ev î zorê dide şikestinê.

Li vir erdheja esasî dê mezintir be û dê 7 pileyan derbas bike.”

“Divê berê erdhejê tedbîr bêne wergirtin”

Gorur bal kişand li ser amadehiyên berî erdhejê û got:

“Erdhej mijareke ew qasî girîng e ku dema erdhej çêdibe nayê axaftin.

Divê dema erdhej nebe mirov biaxife û tedbîran wergire.

Pêwîst e ku hem hikûmet, hem şaredarî û hem jî xelk dest bidin hev û bajêr ji bo erdhejê amade bikin.

Veguherîna bajarî, çêkirina avahiyên ji bo bajaran ne amadehiya erdhejan in.

Bajarê ku li ber erdhejê xurt be, tiştekî bi tevahî cuda ye.

Divê êdî xelk tiştên pêwist bike. Tişta ku divê bike jî çavdêrî û kontrolkirin e.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 82 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:27:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x