Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya tekezî li ser pêşxistina têkiliyên Kurdistan û Brîtanyayê kirin

Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Nîsanê pêşwazî li pêşwaziya Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê, Îrfan Sidîq kir.

22.04.2025, Sal - 14:54

Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya tekezî li ser pêşxistina têkiliyên Kurdistan û Brîtanyayê kirin
Nuçe Belav bike

Baregeha Barzanî belav kir, di civînê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê Andrew Beasley jî amade bû, Serok Barzanî bi germî pêşwazî li Balyozê nû yê Brîtanyayê li Iraqê kir û pîrozbahî li destbikarbûna wî kir. Herwiha piştgiriya xwe jê re nîşan da û hêviya serkeftinê di erkên wî de jê re xwast.

Her di vê hevdîtinê de, behsa bûyerên li herêmê bi giştî, têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de û hilbijartinên parlementoya Iraqê yên pêşerojê hatin kirin.

Di dawiya hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina dostanî û têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û Brîtanyayê de hate kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 101 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:48:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x