Daxuyanî: Alîgirên PKKê û Nifşê Nû arasteya xwepêşandana Zaxo guhart

Di daxuyaniyê de hat, “Mixabin xwepêşandanên 19ê Tebaxê li Zaxo arasteyeke din wergirt û tundûtûjî jê derket”.

21.08.2020, Cum - 11:46

Daxuyanî: Alîgirên PKKê û Nifşê Nû arasteya xwepêşandana Zaxo guhart
Nuçe Belav bike

Rêkxerê Rasperdeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Çend aliyên siyasî yên nevxweyî û derveyî bi armanca têkdana rewşê û derxistina alozî û nearamiyê, hewl dan arasteya xwepêşandanê biguhêrin û di encamê de rûbirûbûn di navbera hêzên ewlehiyê ku hewla parastina aramiyê dan û xwepêşanderan de rû da û di encamê de hejmarek ji karmendên polîs û welatiyan birîndar bûn û ziyan gihîşt çend cihên giştî û taybet.

Di daxuyaniyê de hat, “Mixabin xwepêşandanên 19ê Tebaxê li Zaxo arasteyeke din wergirt û tundûtûjî jê derket”.

Herwiha di daxuyaniyê de hat aşkerekirin, “Ji bingeh ve, xwepêşandan ji aliyê ajokarên barhilgiran ve bû ku bihaneya wan ew bû, vekirina deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl ku ji bo demekê ji ber rêkarên Koronayê hatibû rawestandin, bû sedem ku ajokarên Tirk kelûpelan veguhêzin nava xaka Herêma Kurdistanê, ev jî ziyanê digihîne karê wan. Lê alîgirên PKKê û Nifşê Nû û çend aliyên din beşdarî xwepêşandanê bûn û bi gotina diruşmên PKKê arasteya xwepêşandanê guhart û teqe li welatiyan û hêzên ewlehiyê kirin û karên têkderane kirin û di encamê de hejmarek ji welatî û hêzên ewlehiyê birîndar bûn, ev di demekê de ye ku gelek ji wan kesên beşdarî xwepêşandanan bûne, ne xelkê Zaxo bûn”.

Herwiha di daxuyaniyê de hat jî, “Di encama teqekirinê de 61 karmendên hêzên ewlehiyê û 4 welatiyên sivîl birîndar bûn ku yek ji wan zarok bû. herwiha 26 otombîlên hêzên ewlehiyê û welatiyan û milkê taybet û giştî ziyan dîtin”.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tekezî li wê hate kirin, “Hêzên ewlehiyê rasterast teqe li xwepêşandanan nekirin û rê li ber têkderan girtin, piştî ku hewla şewitandina milkên giştî û taybet dan”.

Aşkere kir jî, “Ji aliyê hêzêna ewlehiyê ve 18 kes hatin desteserkirin ku çek hilgirtibûn û lêkolîn bi wan re berdewam e. Di demekê de ku xwepêşandan bo daxwaza mafên ajokarên barhilgiran bû, lê di çarçoveya lêkolînan de derket ku tenê 4 kes ji kesên hatin desteserkirin, ajokar in. Niha rewşa Zaxo aram e û lêkolîn jî berdewam in”.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 778 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:57:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x