Endamê parlamentoya Iraqê yê fraksiyona PDKê Îslam Husên ji BasNewsê re ragehand: ‘’Berî ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan serdana Yunanîstanê bike, biryar bû li gel serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bicive û guftûgo bikin, lê serokkomarê Tirkiyê serdana Yunanîstanê kir.’’
Herwaha aşkera kir, amadekarî bo hevdîtina di navbera şanda herêma Kurdistanê û serokatî û berpirsên bilind ên Tirkiyê hatiye kirin û ragehand: ‘’Li gor wan zanyariyên ku berdestê min hene, di demek nêzîk de şandeyek bilind a herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ve dê serdana Tirkiyê bike, lê ev zanyarî ne fermî ne.’’
Piştî pêkhatina referandûma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlonê û gohertinên piştî wê, peyvendiyên herêma Kurdistanê heta astekê gohertin tê de pêkhatin, lê peyvendiyên aborî û bazirganî berdewam in.