Dewleta Federe destkeftineke hemû Kurdistanîyan e, divê em bipararêzin û divê pirsgirêk jî bi rêyên dîyalogê bêne çareser kirin

Nûçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê belav dibin, nîşan dide ku îro li dor û bera Amêdîyê di encama êrîşeke PKKyê ya li ser Hêzên Pêşmerge de pêşmergeyek şehîd ketîye,çend pêşmerge jî birîndar bûne û şerek derketîye.

05.11.2020, Per - 05:16

Dewleta Federe destkeftineke hemû Kurdistanîyan e, divê em bipararêzin û divê pirsgirêk jî bi rêyên dîyalogê bêne çareser kirin
Nuçe Belav bike

Daxwaz û hêvîyên me ew e ku ev şer dewam neke, berfirehtir nebe û rê li xeterîyên

mezintir veneke.

Gava ku Birêz Serok Mesud Barzanî digot ‘’Şerê di nav Kurdan de heram e, emê ji

îro pê ve rê nedin şerên bi vî rengî’’; ev gotin encama tecrube, êş, zanîn û

dûrbînîyeke bi hest û bîr bawerîyeke netewî, niştimanî ve hatîye hûnandin bû.

Em di wê bawerîyê de ne ku daxuyanî û banga Birêz Serok Mesud Barzanî ya ku

roja 02.11.2020ê hatîye belav kirin jî, bangeke ku her li ser esasê vê hişmendî û

hesasîyeta netewî û welatperwerîyê hatîye ava kirin.

Banga Birêz Serok Mesud Barzanî ne banga şerî ye; bileqisê wê bangeke ku şansê

dide rêlibergirtina şerê di nav Kurdan de.

Aşkere ye ku şerê di nav Kurdan de, dê Kurdên Başûr û Bakur ji hevdu sar bikin, dê

birînên kûr di dilê Kurdan de veke, dê zerareke mezin bide destkeftinên federe yên li

Başûrê Kurdistanê, dê zerareke mezin bigihîne pêvajoya lihevhatina di nav ENKS û

PYNKyê de û dê zerarê bide doza azadîya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê.

Tecrubeyên gelê me yên dîrokî û yên van demên dawî bi zelalî îspat kirîye ku, heqî

û neheqî li alîyekî, sebebê wê çi dibe bila bibe, şerê di nav Kurdan de tu feyde ji

Kurdan re neanîye; yê zerar dîtîye her Kurd bi xwe bûne, yên jê feyde wergirtine jî

xêrnexwaz û dijminên miletê Kurd bûne.

Bi van hest û bîr û bawerîyan, em bangî rêvebirîya PKKyê dikin ku , piştgirîya banga

Birêz Serok Mesûd Barzanî bikin û demildest bi dîyaloga li gel Rêvebirîya Dewleta

Federe ya Herêma Kurdistanê re gavên pêwîst bavêjin; rêzê li hebûn,îrade, serwerî ,

meşrûîyet û biryarên Parlamento, Hikûmet û Serokatîya Herêma Kurdistanê bigirin.

Em bangî hemû partî, rêxistin û dezgah û kesayetên her çar perçeyên Kurdistanê

dikin da ku em bi yek helwestê rê li ber nexweşî, tûnd û tûjî, şer û birînên nû yên di

nava Kurdan de bigirin. Ji bo hemû pirsgirêk bi rêyên dîyalogê bêne çareser kirin divê

em helwesteke yekgirtî bigirin.

04.11.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1086 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:04:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x