Du welatiyên Kurd li Kerkûkê ji aliyê hêzeke ewlehiyê ve hatin kuştin

Li Kerkûkê di encama teqekirina hêzeke ewlehiyê de, du xortên Kurd hatin kuştin û malbatên wan daxwaza eşkerekirina bûyerê dikin.

29.07.2023, Cts - 08:41

Du welatiyên Kurd li Kerkûkê ji aliyê hêzeke ewlehiyê ve hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Kerkûkê ragihand, şeva 28ê Tîrmeha 2023an, li taxa Domîz a bajarê Kerkûkê, du xort ku motorsîkleta wan bi wan re bû, li rêbenda 55 a taxa Domîzê ji aliyê hêzeke asayîşa niştimanî ve teqe li wan hatiye kirin û bi giranî birîndar bûne û piştî gihandina wan bo nexweşxaneyê, canê xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, yek ji wan xortan navê wî Hadî Şikûr eû temenê wî 20 salî ye û nişteciyên taxa Kurdistanê ye, malbata wî ji Kurdistan24ê re ragihand, kurê wan ligel hevalekî xwe bi teqeya hêzeke ewlehiyê hatin kuştin.

Her wiha niha termên qurbaniyan li Tiba Dadî ya Kerkûkê ne û malbatên wan amade nînin ku termên wan werbigrin û dixwazin kujerê kurên wan were desteserkirin.

Yek ji xizmên qurbaniyan li ber Nexweşxaneya Azadî ya Kerkûkê ji Kurdistan24ê re diyar kir, qurbaniyek karê nanpêjiyê dike û ji tirsa ku hêzên asayîşa niştimanî dest deynin ser motorsîkleta wî, li rêbendê ranewestiyaye û wan jî rasterast ji paş ve teqe li wan kirine û gulle li serê wan ketine.

Piştî ku duh li nêzîkî Nexweşxaneya Giştî ya Kerkûkê du kes ku motorsîklet bi wan re bû, teqe li efserekî polîs kiribûn û bi giranî birîndar kiribûn, piştî wê bûyerê li piraniya taxên Kerkûkê rêbend hatine danîn û dest bi ser gelek motorsîkletan hatiye danîn.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 333 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:48:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x