Joe Biden: Îsraîl dê heyama 60 rojan de ji Lubnanê xwe vekşîne

Serokê Amerîkayê Joe Biden şeva borî 26.11.2024ê ragehand: Îsraîl û Lubnan li ser agirbestê rêkeftine ku di heyama çend demjimêrên ber bi sibehê ango roja çarşemê de bikeve warê cîhbicîhkirinê de.

27.11.2024, Çar - 10:12

Joe Biden: Îsraîl dê heyama 60 rojan de ji Lubnanê xwe vekşîne
Nuçe Belav bike

Serokê Amerîkayê Joe Biden di civîneke çapemeniyê ya li Washingtonê de ragehand, rêkeftina agirbestê dê ber bi sibehê demjimêr 04:00ê bi dema Lubnan û Îsraîlê bikeve warê cîhbicîhkirinê de.

Herwaha got: ‘’Îsraîlê şer nedixwest, gelê Lubnanê jî şer nedixwest, Hizbulah rêxistineke terorîst e, ku Îran piştevaniya wê dike û êrîşî Îsraîlê kir.

Biden diyar kir, welatê wan dê li gel Fransayê hevkar be ji bo piştrastbûna li cîhbicîhkirina agirbestê li Lubnanê.

Biden got, di çend rojên pêş de li gel Tirkiye, Qeter û welatên din dê hewl bidin agirbest li Xeze jî bê kirin.

Joe Biden diyar kir, Îsraîl dê heyama 60 rojan de xwe ji axa Lubnanê bi qonax qonax vekşîne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 33 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:19:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x